Romana nû ya Fawaz Husên "Piçek jiyan, qetek asiman" di nav weşanên Avesta de derket.
Di "Piçek jiyan, qetek asiman" de, Fawaz Husên vedigere bîst û pênc salên xwe yên pêşîn li deşta Mêrdînê û bajarê Amûdê. Ew li ser bûyerên bingehîn ên gelê kurd û yên malbata xwe di dirêjahiya sedsala bîstan de hûr dibe. Ew bi pênûsa dilê xwe dîroka civakî û bîranînên kesane bi hev re dihûne, wan ji windabûnê diparêze, wekî hibriyek rengareng dispêre bayê bêrîkirinê û diyariyî rûhê xwendevanan dike.
Ji mêj ve, bajar ji kurê xwe nîşanek spasguzariyê dixwest. Bi vê berhemê, Fawaz Husên eşkere dike ku nan û xwêya wî ne li ser çokên wî ne. Ew Amûdnameyê dinivîsê û bajarê xwe dike navnîşana bengîniyê û cih û warê birîn û hêviyê. Gotinek pêşiyan dibêje "Tiştê çû, mede dû", lê Fawaz Husên berevajoyî wê dike, dibêje "Tiştê çû, bide dû" û piştî ewçend sal, li Amûdê vedigere. Ew li Amûdê, toza wê, sînemaya şewitî, çemê miçiqî, pêwendiyên di navbera mesîhî, êzdî û misilmanan de, hevpeyvînên kelîseyan bi mizgeftan re, ew li hemûyan dizîvire, wan zinde dike û vedijîne.
"Piçek jiyan, qetek asiman" nameyek evînê ji bo axa welatekî windabûyî ye. Ew li ser demên buhurî û dewranên ku tucarî nema vedigerin nimêjek e.
Detay Bilgileri |
Dil
|
Kürtçe
|
Basım Tarihi
|
2014
|
Yazar
|
Fawaz Husen
|
Sayfa Sayısı
|
264
|
Kağıt
|
2. Hamur Kağıt
|
Kapak
|
Karton
|
Basım Yeri
|
İstanbul
|
Baskı Sayısı
|
1
|
Ebatlar (YxG)
|
13x19 cm
|
Isbn No
|
9786055279783
|