(...)Havîn bû, meha navîn bû, ji ber kele kela navroje, kesek li kuçeyan nemabû, Amed xir û xalî bibû. Sibehe dema roj hat dema taştiyan, Ekrem ji mal derket. Nexwest li dolmîşe suwar bibe, pey atî xwe bera sûke da, hetanî Baxçeye Trafîke meşiya. Ji ber ku tene bû, mirove ber derî ew sekinand, wî got nevalen min li hundur in. Li bin siya dareke Mervane devse û du kesen din rûniştibûn çay vedixwarin. Hevale wî keliya çav bi Ekrem ket, ji cih hilqevizî û wekî giliyekî pe re pare bike bi dengekî nizim got.(...)