Ere ez wek keştiyeke ji we xuya dikim, le ji keştiye behtir ez wek dayike xwe dibinim. Dayikeke çawa? Ku dikare derd ü eşen bi sedan mirov di zike xwe de hilgire. Her ji se mehan careke bi zikeki tije zaroken mişext ü kelogiri avis dibim ü heta ku bi wi bere giran dizem ser ü laşe min bi ser hev de diwerimin.