Kefareta Sedat Yurtdaş sê kurteçîrokên bi navê Tolhildan (ji çar beşan pêk tê), Kefaret û Sefer bi xwe ve digire, ku beşek ji Tolhildanê ev e:
"Min xwîna xwe kire çavên xwe û min nehişt. Wan çi qasî xwe avête min, çi qasî li ber min geriyan jî, tewş bû. Min got, na û na! De ka xwezî wê çaxê ev çavên min birijiyana, kor bibûma, ziman li min negeriya, ling li min bişikiyana, deng ji min bihata birrîn û min rê li ber wan negirta. Ez hem bûme bayîsê xwe û hem jî bûme bayîsê hemûyan. Ez bûm bela û bi canê tevan ketim. Lewma jî, îro cezayê sûcên xwe yên giran dikişînim. Kefareta gunehên min ji min tê standin..."
Kefareta Sedat Yurtdaş awêneyek e, ku serpêhatîne takekesî yên civakî û polîtîk tê re têne xuyanê û şewqa xwe didine ser qûçên kurteçîroka bi Kurdî ya nûjen.
| Detay Bilgileri |
| Dil | Kürtçe |
| Basım Tarihi | 2012 |
| Yazar | Sedat Yurtdaş |
| Sayfa Sayısı | 96 |
| Kağıt | 2. Hamur Kağıt |
| Kapak | Karton |
| Basım Yeri | Diyarbakır |
| Baskı Sayısı | 1 |
| Ebatlar (YxG) | 14x20 cm |
| Isbn No | 9786054497331 |